Gelên Libnanê li dijî nelirêtiyan heşt roj in li ber xwe didin

Serhildana gelê Libnanê ya li dijî zêdebûna bacan û nelirêtiyên siyasetmedaran di roja 8’an de didome.

Roja Çarşemê artêşê hêzên xwe li derdora Bêrûdê bi cih kir û serhildan jî gihişt asteke din

Girseyan çalakiyên xwe bi rêyên aştiyane domandin lê daxuyaniya reformê ya hikumetê jî nerazîbûna gel kêm nekir.

Barîkatên li ser rêyan hemû welat pûç kir û ji serê serhildanê û vir ve bi hezaran jin jî di çalakiyan de cih digirin. Jin li vî welatî ji ber qanûnên zewicandin, hevberdan û mîratê mexdûr dibin.

Roja Duşemê serokwezîr Saad Harîrî diyar kir ku wê meaşê wezîr û parlementeran nîvenîv were kêmkirin lê vê biryarê jî hêrsa gel kêm nekir. Ji ber ku piştî şerê di sala1975-1990’an û heta niha xizmetên wekî av, elektrîk û tendirustiyê baş nayên kirin.

Çalakger dixwazin ji van siyasetmedarên wekî Nabîh Berrî, Welîd Cûmblatt, Samîr Geagea, Hasan Nasrallah û Saad el Harîrî pak bibin.