Gelê Kazerûnê gelek avahî şewitandin

Ligel ku rejîma Îranê zext û zordariyên xwe zêde kiriye, çalakiyên protestoyê yên li bajarê Kazerûnê didome. Gelek wesayîtên dewletê hatin texrîbkirin.

Ji ber çalakiyên protestoyê yên li bajarê Kazerûnê yê Eyaleta Şîrazê ya Îranê gelek pasdar, hêzên Besîc ên paramîlîter û yekîneyên taybet sewqî bajêr hate kirin.

Li dijî çalakgeran guleyên plastîk û bombeyên gazê hatin bikaranîn û bi kêmanî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Ligel ku leşker û polîs hatin teqwiyekirin, çalakî roja Înê jî domiya. Polîsan li hin çalakgeran da. Di heman demê de gelek wesayîtên polîsan hatin texrîbkirin û hin navendên hikumetê hatin şewitandin. Çalakgeran li ser rêyan agir dadan û barîkat çêkirin.

Tê diyarkirin ku rejîm nahêle xizmên birîndaran biçin nexweşxaneyan jî. Hin birîndarên ku rewşa wan giran e, sewqî nexweşxaneyên li Şîrazê tê kirin.

Alîkarê Waliyê Eyaleta Farsê Hadî Pajûdeş Jahrûmî jî diyar kir ku çalakgeran roja Înê bankayek şewitandine.