Gelê Şîlî dengê xwe ji bo destûra bingehîn a nû da
Li Şîlî doh ji bo amadekirina destûra bingehîn a nû referandûm hebû. Ji beşdaran ji sedî 78'an dengê xwe ji bo amadekirina destûra bingehîn a nû dan. Destûra bingehîn a nû wê ji aliyê meclîseke taybet bê amadekirin.