Gazên 'dijminê Ozon'ê li gel qedexeyê ev 30 sal in tên bikaranîn

Hilberîna gazên Klorofloro karbonku weke 'dijminê ozonê' tên naskirin, qedexe ye. Lê belê eşkere bû ku bi taybetî li Asya Rojhilat tên bikaranîn.

Zanyarên Amerîkî encamên lêkolîna xwe ya li ser atmosferê, li kovara zanistiyê Nature weşandin. Li gorî rayedarê Daîreya Okyanûs û Atmosferê ya Neteweyî (NOAA) Stephen Montzka û tîma wî, li atmosferê ji rêjeya asayî gelekî bêhtir gazên Klorofloro karbon (FCKW) hene.

Hate ragihandin ku yek ji van gazan trikloroflormetan li tebeqeya jorîn a atmosferê gelekî zêde ye. Zanyaran bi bîr xist ku ev gaz sala 1987'an di Protokola Montrealê de hatine qedexekirin, lê berevajî qedexeyê, di hilberînê de tên bikaranîn.

Hate ragihandin ku ev gazên xetere bi taybetî li welatên Asya Rojhilat tên bikaranîn û salane bi qasî 13 hezar ton li atmosferê tên belavkirin.

Piştî ku sala 1985'an qula li tebeqeya ozonê hate tespîtkirin, gazên Florokoloro karbon (FCKW) bi Protokola Montrealê ya sala 1987'an hatibû qedexekirin. Gazên FCKW ji ber ku zerarê dide jorê tebeqetya ozonê, hatibûn qedexekirin.