Fuzeyeke din avêtin Siûdî Erebistanê

Berdevkê Koalîsyona Ereban a ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike Turkî El Malîkî diyar kir ku şervanên Hûsiyê fuzeyeke din avêtine Siûdî Erebistanê.

Berdevkê koalîsyonê El Malîkî diyar kir ku fuzeya hatiye avêtin li ser bajarê Jazanê yê li başûrê Siûdî Erebistanê hatiye bêbandorkirin. Li gorî berdevk parçeyên fuzeya ku li hewa hatiye îmhakirin li taxên Jazanê ketiye lê kes birîndar nebûye.

Televîzyona El Masîra ya Hûsiyan a li Yemenê diyar kiribû ku fuzeyek ber bi baregeha leşkerî ya Kral Faysal a li Jazanê hatiye avêtin. Malîkî diyar kir ku fuze li dijî qadên sivîlan bûye, Hûsiyan jî Îran şermezar kirin.

Malîkî diyar kir ku roja Duşemê fuzeyek hatiye avêtin lê li çolistanê ketiye û di nava hefteyekê de şeş fuze hatiye avêtin. Hate diyarkirin ku du fuze hedefa wan Riyad bûye.

Li gorî Malîkî Hûsiyan ji roja ku ev çek bi kar anîne heta niha 138 fuzeyên balîstîk avêtine Siûdî Erebistanê.