FT: DYA'yê baca nû ya li ser Çînê sekinand

Tê gotin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), baca nû ya gumrukê ku plan dike li ser Komara Gel a Çînê ferz bike, ji bo vê gavê sekinandiye.

Nûnerê Bazirganiyê yê Rêveberiya DYA'yê Robert Lîghtzîer got, danûstandinên bi Çînê re yên li ser bazirganiya derve dewam dikin.

Li gorî nûçeya rojnameya Fînancîal Tîmes (FT), Lîghtzîer bi karsazan re di hevdîtinê de ragihand ku fikra berfirehkirina baca gumrukê ya li ser malên Çînê, niha hatiye rawestandin.

Li gorî nûçeyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî navê nayê eşkerekirin, çarçoveya baca gumrukê ya li ser malên Çînê yên ji 250 milyar dolarî hatibû danîn, wê vê gavê neyê berfirehkirin.

BAZIRGANIYA DERVE YA DU ALÎ BI KÊRÎ ÇÎNÊ TÊ

Serokê DYA'yê Donald Trûmp ku Çileya 2017'an dest bi wezîfeyê kir, ragihandibû ku bazirganiya derve ya navbera her du welatan ku sala 2017'an 635 milyar dolar bû, bi giranî bi kêrî Çînê tê, lewma li ber vê rewşê rabû bû.

DYA'yê sala 2017'an bi 130 milyar dolarî mal firot Çînê, lê bi 505 milyar dolarî mal ji Çînê kirî.