Fransa wê komên ‘bozkurt’ betal bikin
Hikûmeta Fransa pêkhateyên nîjatperest ên gurên boz (Bozkurt) ên girêdayî dewleta Tirk betal bike.
Hikûmeta Fransa pêkhateyên nîjatperest ên gurên boz (Bozkurt) ên girêdayî dewleta Tirk betal bike.
Wezîrê Karê Hundir Gerald Darmanîn, di daxuyaniya xwe ya li Komîsyona Qanûna Meclîsa Netewî de ragihand ku wê Buzkurt ên rêxistinên sûc ên Tirk ên nîjatperest li Desteya Wezîran a roja Çarşemê betal bikin.
Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan Fransa kir hedef û şûnde û dest bi heqaretan kir, di hefteya borî de komên Tirk ên nîjatperest li herêma Lyon dest bi nêçîra Ermeniyan kirin, heman demê bîrdariya Qirkirinê ya Ermenî û navenda Ermeniyan texrîb kiribûn. Li ser van bîrdariyan komên nîjatperest nivîsên ‘RTE’ û ‘Loûps Grîs’ (bozkurt) nivîsandibûn.
Her ku êrîşên komên nîjatperest zêde bûn, dengên ji bo betalkirina wan jî zêde bûn.
Bozkurtê ku mîna pêkanîneke ya dewleta kûr a Tirk kar dike, îro jî bi domdar mîna tehdîdên rêxistineke sûc a peremilîter a dewleta Tirk e.
Ev pêkanîna Tirkî ya nîjatperest ku bi taybet li Elmanya û Avûstûryayê xwe bi rêxistin dikin, tovika vê rêxistinê ya li Fransayê jî li herêma Lyonê ye.
Bi hatina ser desthilatê ya koalîsyona AKP-MHP’ê re ev pêkanînên tetîkkêş zêdetir aktîf bûn.