Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Fransa wê enerjiya xwe ya dikare bê nûkirin, zêde bike

Li Fransayê ku hefteyeke ji ber buhayê sotemeniyê xwepêşandan tên lidarxistin, hikumet dixwaze di sotemenî û elektrîkê de para enerjiya dikare bê nûkirin, zêde bike.

Wezîrê Hawirdor û Veguherîna Ekolojîk Françoîs Rûgy daxuyanî da rojnameya Lîberatîonê û got, armancên wan ên li ser enerjiya dikare bê nûkirin ên sala 2030'î wê tevlî 'Bernameya Enerjiya Demdirêj' werin kirin.

De Rûgy got, ew dixwazin heta sala 2030'î para elektrîka ji çavkaniyên dikarin bên nûkirin tên hilberandin bigihînin 40 ji sedî. De Rûgy diyar kir, tevî gazê wê di sotemeniyê de giraniyê bidin ser çavkaniyên ne fosîl.

Hikumet dixwaze, 10 ji sedî yê gaza xwezayî ya niha tê bikaranîn, bi rêbaza metanîzasyonê bi dest bixe. Her wiha plan dike ku 38 ji sedî yê enerjiya germkirinê jî ji çavkaniyên dikarin bên nûkirin peyda bike. Armanc dike ku para cûreyên sotemeniya 'ne fosîl' a altenatîfê petrolê ne, bigihîne 15 ji sedî.

Ji bo Fransa bigihêje van armancên xwe, divê rêjeya wesayitên bi sotemeniya fosîl dixebitin kêm bike. Di vê çaçroveyê de dixwaze di nava 12 salan de hejmara wesayitên bi motora elektrîkê dixebitin 20 ji sedî zêde bike.

Rêjeya 'enerjiya fosîlê'; petrol, komir û gaza xwezayî, divê du ji pênc paran kêm bike.