Fransa wê derfeta kar bide doktorên biyanî
Fransa ku bi rengekî neamade kete nava lepên şewba vîrûsa koronayê, bi guhertinekê wê derfeta kar bide doktorên biyanî yên ji derveyî Yekîtiya Ewropayê hatine.
Fransa ku bi rengekî neamade kete nava lepên şewba vîrûsa koronayê, bi guhertinekê wê derfeta kar bide doktorên biyanî yên ji derveyî Yekîtiya Ewropayê hatine.
Li Fransayê heta niha nêzî 18 hezar kes ji ber şewba Covîd-19 jiyana xwe ji dest dane.
Bi şewbê re hate dîtin ku hejmara karkerên tenduristiyê yên heyî yên li Fransayê têrê nake.
Hema bêjin temamiya servîsên awarte yên nexweşxaneyan tijî bûn û li welêt doktor kêm in.
Li Fransayê hejmara doktoran bi giştî derdora 230 hezar kesî ye. Dinava wan de 4-5 hezar doktor ji derveyî Yekîtiya Ewropayê hatine.
Ji bo hejmara doktorên biyanî yên li servîsên lezgîn û wezîfeyên li derveyî tedawiyan bê zêdekirin, di rojevê de guhertin heye.
Di belgeya Wezareta Tenduristiyê de hate ragihandin ku doktorên ji welatekî li derveyî Yekîtiya Ewropayê dîploma wergirtiye wê bi rengekî "demkî" û li "wezîfeyên ne medîkal" karibin bên xebitandin.
Doktorên ji derveyî Yekîtiya Ewropayê hatine li gorî hempîşeyên xwe yên li Fransayê pewerde dîtine ji 30 heta 50 ji sedî kêm mûçeyan werdigirin. Her wiha beşeke girîng a van doktoran li wezîfeyên nemedîkal dixebitin.