Fransa û DYA li ser hêza leşkerî ya ji bo Sahelê li hev kirin

Bi pêşnûmeyekê re, ku di encama lihevkirina Fransa û DYA de hate amadekirin, tê plankirin ku li dijî çeteyên Îslamî yên tund ên li Sahelê, hêzeke mezin a leşkerî were amadekirin.

G5-Sahel, ji Malî, Morîtanya, Nîjer, Çad û Bûrkîna Fasoyê pêk tê. Welatên G5-Sahelê qebûl kiribûn, ku ji bo têkoşîna li dijî komên Îslamî yên tund, hêzeke leşkerî ya ji 5 hezar kesî were avkairin.

Lê tê xwestin, ev hêza leşkerî ya di çarçoveya wezîfeya antî-terorê de li herêma Sahelê bê bicihkirin, bi mîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) re tevbigere.

Bi vê armancê, Fransayê di destpêka meha Hezîranê de pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir. Di pêşnûmeyê de hatibû xwestin, "Hêza bê avakirin, ji bo têkoşîna li dijî terorîzm, narkotîk û bazirganiya mirovan xwedî hemû derfetên pêwîst be." Lê belê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihandibû ku ev pêşniyar bi 'zimanekî vekirî nehatiye nivîsandin' û li ber rabû bû.

Di encama danûstandinan de li hev hate kirin ku pêşnûmeyeke hevpar bê amadekirin û radestî KENY were kirin. Di pêşnûmeya nû de wiha tê gotin, "Welatên G5-Sahelê, veguhastina yekîneya leşkerî ya ji bo anîna aştî û ewlekariyê ji herêma Sahelê re silav dikin."

Sahel, ji herêmên tropîk ên ji rojava ber bi rojhilatê parzemîna Afrîkayê ye, ku li başûrê Çola Sahra ye. Li rojavayê Sahelê, di serî de El Qaîde gelek çeteyên Îslamî yên tund tevdigerin. Li yek ji welatên vê herêmê Maliyê, di destpêka sala 2013'an de Fransayê dest bi 'Operasyona Serval'ê kiribû.

Piştî vê operasyonê, welatê Berberiyan Azawad ê li bakurê Malî ye, ji dagirkeriya komên alîgirê El Qaîdeyê hatibû rizgarkirin.