'Fransa şirîkê zexta li ser şoreşgerên li Misrê ye'

Li gorî raporekê ku ji aliyê gelek saziyên navneteweyî ve hat weşandin, çek û teknolojiya ku Fransayê piştî şoreşa 2011'an a li Misrê firote vî welatî, polîtîkayên zordar û kujer ên li Misrê giran kir.

Rapor ji 64 rûpelî ji aliyê Federasyona Lîgên Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH), Enstîtuya Lêkolînên Mafên Mirovan a Qahîreyê (CIHRS), Lîga Mafên Mirovan (FDH) û Saziya Çavdêriyê ya Biçekbûnê (Obsarm) ve hate amadekirin û rexneyên giran li dewlet û şîrketên Fransayê hatin kirin.

Di raporê de hate îdîakirin ku dewlet û şîrketên Fransayê zext û zordariya 5 salên dawî ya li Misrê girantir kirine û hate ragihandin ku sala 2010'an bi 39 milyon Euroyî çek hatibû firotin, lê ev hejmar sala 2016'an bû 1,3 milyar Euro.

Wekî din di raporê de hate îdîakirin ku bi saya teknolojiya Fransayê firote Misrê, dewleta Misrê li hemberî mûxalîfan tevdîrên tund ên şopandinê girt û pêşî li mûxalefetê girt.

BI ALÎKARIYA FRANSAYÊ NIHA ZEXT LI NIFŞÊ ŞOREŞGER TÊ KIRIN

Di dewama raporê de hate gotin, "Şoreşa sala 2011'an bi saya nifşê ciwan ê li ser Facebookê bi hev re di nava têkiliyê de bûn, pêk hat. Fransa niha alîkariyê dide sîstemê ji bo ev nifş bê pelixandin."

Li dijî Husnu Mubarek ku slaa 1981'ê ji bo Serokkomariyê Misrê hatibû hilbijartin, destpêka sala 2011'an li meydana Tehrîrê xwepêşandan hatibûn lidarxistin û di encamê de desthilatdariya Mubarek hatibû hilweşandin. Piştre bi beşdariyeke kêm hilbijartin hatibû kirin û endamê 'Biratiya Misilman' Mûhammed Mûrsî hatibû hilbijartin. Di Tîrmeha 2013'an de jî Serokê Fermandariya Giştî Abdulfettah el Sîsî bi darbeya leşkerî rêveberî hilweşandibû. Tevî Mûrsî cezayê îdamê li gelek endamên Biratiya Misilman hatibû birîn.