Fransa ji Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bike

Wezîrê Karên Ewropayê yê Fransayê Clement Beaune diyar kir ku ew dixwazin pêkanînên tund li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin.

Wezîrê Karên Ewropayê yê Fransayê Clement Beaune li Senatoyê axivî û got, "Amûrên pêkanîna gengaz jî di nav de em ê zextê li Ewropayê bikin ku tedbîrên xurt bên wergirtin."

Beaune got, "Serokkomar Erdogan sînorên xweragirtinê roj bi roj binpê dike. Heqareta wî ya li Serokkomar (Macron) bûyera dawî ye, (...) ev yek yekparebûna stratejîk a Tirkiyeyê ya ji bo zêdekirina provokasyonan radixe pêş çavan."

Beaune got, "Armanc her tim weke hev e: di ser cîranên xwe re û bi taybetî jî di ser Yekîtiya Ewropayê re di asta herî bilind de zextê bike. Em demeke gelekî dirêj bi hesas û bêdeng man."

Êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Fransayê, di demekê de pêk hat ku li Sûriye, Lîbya, Derya Spî û Kafkasyayê alozî dewam dike.

Meha Cotmehê di civîna bilind a Ewropayê de ku li Brukselê pêk hat, ji Tirkiyeyê hate xwestin ku dawî li karên xwe yên li Derya Spî yên keşifkirina gazê bîne û hişyariya pêkanînan hate dayin. Di civîna bilind a dema bê de wê pêkanîn di rojevê de bin.

DYE'yê jî piştî ku dewleta Tirk sîstema parastina hewayî ya Rûs S-400 ceriband, gefa pêkanîna xwaribû.