Fransa ji bo Le Pen neyê hilbijartin diçe ser sindoqan
Dengdêrên Fransayê, piştî 15 salan, careke din li şûna hilbijartina namzetê xwe, 'ji bo têkçûna namzeta naxwazin bê hibliajrtin' diçin ser sindoqan.
Dengdêrên Fransayê, piştî 15 salan, careke din li şûna hilbijartina namzetê xwe, 'ji bo têkçûna namzeta naxwazin bê hibliajrtin' diçin ser sindoqan.
Dengdana tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Fransayê, ji duh ve dest pê kiriye. Di vê tûrê de Emmanûel Macron ê ku di tûra yekemîn de ji sedî 24 ê dengan stand û Marîne Le Pen a ku ji sedî 21,3 ê dengan girt, ji bo serketinê li ber xwe didin.
Li herêmên derveyî Fransayê yên li aliyê din ê deryayê, ji ber cudahiya demê, her wiha li welatên DYA û Kanadayê, welatiyên Fransayê ji duh ve dest bi dengdanê kirin.
Di hilbijartinê de, ku wê bi qasî 47 mîlyon hilbijêr deng bidin, çav li rê ye ku rêjeya tevlîbûnê li gorî tûra destpêkê kêmtir be. Di tûra destpêkê de ji sedî 78 ê hilbijêran dengê xwe da bûn. Tê gotin, ji ber kêmaniya tevlîbûnê, rêjeya dengê Marîne Le Pen zêde bibe.
Li gorî anketên dawî, Macron wê ji sedî 59 heta 64 ê dengan bigire.
PIŞTÎ 15 SALAN WÊ CAREKE DI JI BO PÊŞÎGIRTINA LI 'NAMZETA NEBAŞ' DENG BÊ DAYÎN
Tê payîn, piraniya dengdêran ji bo pêşî li serketina namzeta rastigiriya tund Marîne Le Pen bigire, ji neçarî deng bidin. Herî dawî di sala 2002'an de, ji bo pêşî li serketina bavê Marîne Le Pen Jean-Marîe Le Pen were girtin, li ser navê 'Eniya Komarger' bang hatibûn kirin û siyasetmedarê li rastgiriya navendî Jacqûes Chîrac bi rêjeya ji sedî 82'an cara duyemîn hatibû hilbijartin.
Lê belê di salên dawî de, bi taybetî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ û El Qaîdeyê, hebûna gefa terorîzmê, rewşa sekinî ya aboriyê û dewamkirina bêkariyê dibin sedem ku gotinên rastgiriya tund hîn bêhtir bersivê bigirin.
Di vê navberê de, bi hezaran belgeyên ekîba kampanya hilbijartinê ya Macron, roja Înê hatibûn deşîfrekirin. Di dengdana îro de wê bê dîtin, bê ev yek çiqasî bandorê li ser hilbijêran bike.