Fransa: Ji bo diyalogê divê Tirkiye xwe ji aloziyan vekêşe
Fransayê bertek nîşanî “helwesta mezinkirina pirsgirêkan” a dewleta Tirk a li Rojhilatê Behra Spî da û diyar kirin ku ji bo diyalogê pêwîst e “dawî li zêdekirina pirsgirêkan bîne.”
Fransayê bertek nîşanî “helwesta mezinkirina pirsgirêkan” a dewleta Tirk a li Rojhilatê Behra Spî da û diyar kirin ku ji bo diyalogê pêwîst e “dawî li zêdekirina pirsgirêkan bîne.”
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Florence Parly di bernameya hevpar “Le Grand Rendez-vouz” a radyoya Europe 1, kanala televîyonê Cnews û rojnameya Les Echos amade kirîn de pirsgirêkên li Rojhilatê Behra Spî nirxand.
Dewleta Tirk roja Şemiyê li Rojhilatê Behra Spî tetbîkatek nû ya leşkerî dabû destpêkirin.
Parly got, “Tirkiye hebûna herêmên aborî yên sînordar kirî red dike, desthilatdariya du welatên endamên Yekitiya Ewropa yê Yewnanîstan û Kibrisê tine dihesibîne û li behrê potansiyela azadgerîna bi maf dixe metirsiyê.”
Parly bal kişande li ser navbeynkariya Elmanyayê ya ji bo hevdîtinan. Elmanya navbeynkariya navbera du welatên NATO yê Tirkiyê û Yûnanîstanê jî kiribû. Tirkiyê dabû diyarkirin ku ji bo “şert û mercên pêş” ji bo hevpeyvînê amade ye.
Wezîrê Paranstinê yê Fransa got, “Ji bo diyalogê pêwîst e xwe ji nava pirsgirêkan derbixin.”
Parly teqez kir, “Li avên Behra Spî mafekî gerê heye. Mafê wan nîne ku jêderên enerjî û gazê yekdest bigirin.”
Fransayê jî di nava meha Tebaxê de li gel Yewnanistan û Kibrisê du caran tetbîqata leşkerî pêk anî.
Parly wiha got, “Fransa bi ti şêweyî ne di nava mezinkirina pirsgirêkan de ye. Tişta ku em dikin, ya ku em bi pîvan dikin e, yanî li Behra Spî bi şêweyekê rêk û pêk geştên deryayî pêk tînîn. Ji bo welatê me qadek xwezayî ye.”