Fransa: Guman heye li Dûmayê şopên çekên kîmyewî were tine kirin

Li gorî Wezareta Karê Derve yê Fransayê gumanên  mezin hene ku li Dûmayê  şopên çekên kîmyewî were tine kirin.

Heyetek ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK) ji bo lêkolîna îdîayên bi karanîna çekên kîmyewî li Dûmayê berê xwe dan Dûmayê. Heyet hê derbasî Dûmayê nebûye. Çavkaniyên Rûs diyar kirin ku tê payîn heyet roja Çarşemê biçe Dûmayê.

Wezareta Karê Derve ya Fransa têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku gumanên mezin hene li Dûmayê  ji bo tinekirina şopên çêkên kîmyewî. Wezaretê got ku ev herêm bi temamî dibin kontrola Rûsya û Sûriyeyê de ye û bibîrxist ku heyeta lêkolînê hê ne gihiştiye Dûmayê.

Hikûmetên welatên Rojavayî îdîakirin ku roja 7’ê Nîsanê li Dûmayê rejîma Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye. Moskova, Tehran û Şamê ev sûcdarkirin li derewê qeliband û gotin, 'komplo', 'mîzansen' û 'provakasyon' e.

Rûsya sedema derengketina heyeta lêkolînê bi sedemên ewlehiyê ve şîrove kir. Li gorî Moskovayê  mayînên li rêyan bi taybet dibe asteng. Berdevkê Kremlîn Dmîtrî Peskov agahiyên têkildarî astengkirina heyetê weke bê bingehin bi nav kir.

Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan piştî êrîşa 7’ê Nîsanê , têkildarî êrîşa hewayî ya DYA, Fransa û Îngîltere ya li dijî Sûriyeyê jî axivîbû. Le Drîan ji radyoya Franceîngo re axivî û got; “Ev nayê wateya îlankirina şer”. Bi vê gotinê Le Drîan diyar kir ku armanca wan astengkirina bi karanîna çekên kîmyewî ne.