Fransa: Feza êdî ji milkê hevpar derketiye

Artêşa Fransayê feza weke qadekî stratejîk fermî kir. Li gorî artêşa Fransayê feza êdî ne “Milkek hevpare.”

Wezîrê Parastinê yê Fransayê Florence Parly, di hevpeyvîna bi rojnameya La Provence yê re kirî de diyar kir ku feza ji “Milkê hevpar” ê di bin xizmeta zanista fezayê de derketiye, vegeriya ye qadek a şer a ji bo serdestiya hêzên cîhanî yên navnetewî.

Di van rojên dawîn de bûyerên ku tên jiyîn vê rewşê piştrast dike.

Çînê roja Pêncşema borî ji bo Marsê sondeya yekem a fezayê şand. Îmaratê jî roja Dûşemê yekemîn sonda Ereb ya bi navê “Hêvî” ber bi Marsê ve şandibû.

Tê hêvî kirin ku robuta Emerîkayê jî Sibat a 2021’an wê bigehîje Marsê.

Lê belê hêrsa fezayê yên hezên super bi vê re ne sînordare. Roja 24’ê Tîrmehê Fermandariya Fezayê yê Emerîkayê (Space Command), diyar kir ku ‘di destê me de delîlên ku çekek a antî-feza ku ne rûxîner e li fezayê test kiriye.’ Moskovayê roja 15’ê Tîrmehê bikar aniye.

Parly îdîa kir ku ‘Bi ti şêweyî em ne di pêşbirka bi çekbûnê de ne’, Fransa fezayê bi helwesta aştiyane bikar tîne.