Fransa: ‘Emîrê’ El Qaîde ya Mexrîb hatiye kuştin

Wezîra Hêzên Çekdarî ya Fransayê ragihand ku bi êrîekê lîderê rêxistina El Qaîde ya Mexrîb hatiye kuştin.

Wezîra Hêzên Çekdarî ya Fransa Florence Parly ragihand ku bi operasyoneke li bakurê Malî ya welatê Efrîqaya Başûr ‘emîrê’ rêxistina bi navê El Qaîde ya Mexrîb (AQMI) Abdulmalîk Drûkdel hatiye kuştin.

Parly diyar kir ku rayedarên Fransî bi desteka ‘hevkarên xwe yên xwecihî’ ev operasyon lidar xistiye, diyar kir ku li gel Drûkdel gelek hevkar jî hatine ‘notralîze’ kirin. Parly ê li ser Twîtterê daxuyanî da, operasyon 3’yê Hezîranê li bakurê rojavayê bjarê Tessalît a Maliyê pêk hatiye.

Abdulmalîk Drûkdel salên dirêj li bakurê rojavayê welatên Efrîqayê lîderî ji gelek komên cîhadî re kiriye. Drûkdel herî dawî sala 2007’an de AQMI a girêdayî El Qaîdê avakiribû.

Ev rêxistin di salên dawî de piranî li Malî li Cezayîr, Fas, Morîtanya ên herêma Sehel û dîsa li deverên din ên welatan êrîş pêk dianî.