Fransa: Di şerê agahiyê de Rûsya dijminê me yê sereke ye

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn îdîa kir ku li xaka Fransayê “di şerê agahiyê û êrîşkariyê de dijminê sereke Rûsya ye.”

Wezîrê Karên Hundir li ber Komîsyona Hiqûqê ya Senatoyê têkildarî jinûve rûdana çalakiyên dijberî Yahûdiyan axivî. Wezîr qala mudaxeleya derve kir û got: “Bêyî nîqaş gefa destpêkê gefa Rûs e.”

Darmanîn qala mijara stêrkên Dawût kir ku Cotmeha 2023’yan li herêma Parîsê li ser avahiyan bi boyaxa sprey hatibûn xêzkirin û diyar kir ku ev yek karê Rûsan e.

Wezîr ev tişt jî got: “Ev cûrekî sîxûriya 2.0, 3.0 e û divê em li dijî vê têbikoşin.”

Hefteya borî çavkaniyekî nêzî dozê daxuyanî da AFP’ê û gotibû ku operasyona etîketkirina Stêrka Dawût ji aliyê servîsên ewlehiyê yên Rûs (FSB) ve hatine plankirin û nûçeyeke ku di rojnameya Le Monde jî têkildarî vê yekê derketî, piştrast kir.

Di vê bûyerê de du kesên ji Moldovayê hatin binçavkirin û nasnameya xebatkarekî Moldovayî yê alîgirê Rûs hatibû tespîtkirin.

Şeva 26’ê Sibatê Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron di lûtkeya li Parîsê de, îdîa kir ku Moskowê li dijî Ewropayê şerekî hîbrîd daye destpêkirin û got ku divê Rûsya di aliyê stratejîk de bê têkbirin.

Macron diyar kir ku dibe yekîneyan bişîne Ûkraynayê. Aliyên çep nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz wiha got: “Di şerê Ûkraynayê de ne ji aliyê dewletên Ewropayê ve ne jî DYE’yê ve ti yekîne li bejahiyê nayên bicihkirin.”