Foruma Aboriya Davosê 2021’ê nayê kirin

Foruma Aboriya Cîhanî, ji ber sedema vîrûsa koronayê sala 2021’an nayê kirin. Tê hêvî kirin ku herî zû sala 2022’an bê kirin. Çalakiyên ku dihate pêşbînîkirin meha Çile bê kirin, berî niha taloqî mehên havînê kiribûn.

Foruma Aboriya Cîhanî di daxuyaniya meha Tebaxê de kirî diyar kiribû ku foruma 2021’an ji ber sedema vîrûsa koronayê wê di dîroka 26-29’ê Çileyê de nayê kirin. Weke alternatîf meha Havînê diyar kiribûn.

Lê belê Foruma Aboriya Cîhanî bi daxuyaniyekê, vê roja Sêşemê diyar kir ku wê foruma 2021’an pêk neynin.

Serokê Otela Davos Gastro Tamara Henderson jî nûçeya rojnameya Sudostschweîz a di derbarê vê de piştrast kir. Rojnameyê di derbarê pêknehatina Foruma Aboriya Davos ya foroma endustriya otelê de agahî dabû.