Fonên YE'yê wê girêdayî rêgezên dewleta hiqûqê bin

Tê nîqaşkirin ku alîkariya darayî ya ji bo welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) bînin ser şertê dewleta hiqûqê û azadiya çapemeniyê.

Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar standinbû ku xala 7’an a peymana yekîtiyê pêk bîne ku bi vê, wê bikaribin mafê dengdanê yê Polonyayê ji dest were standin. Lê vetoya pêşî ya li ser vê biryarê, ku diviya bi dengên hemû welatên endam bihata standin, ji Macarîstanê hat, ku di nav YE’yê de yek ji welatê ku pir dibe hedefa rexneyên giran Macarîstan e.

Niha jî hate rojevê ku fonên ku bi çarçoweya bernameyên cuda yên YE’yê didine welatên endam bînin ser şertê pêkanîna rêgezên dewleta hiqûqê û ev pêşniyar ji hêla Komîsyona YE’yê ve hat. Bi vê mekanîzmayê re ku tê xwestin were pêkanîn êdî dayina fonan wê bi wî şertî be bê ka rêgezên dewleta hiqûqê hatine bicihanîn an na.

Ev mekanizmaya ku Komîsyona YE’yê bi Bûdçeya 2021-2027’an raber kirî, bi kêmanî bi qebûlkirina 15 welatên ku 65 ji 100’î ya nifûsa welatên endamên YE’yê wê pêk were.

Lê mekanizmaya navborî li şûna şertê ‘hurmeta ji nirxên sereke’ yên YE’yê, girêdayî ser rêgezên dewleta hiqûqê dike. Li gorî Komîsyona YE’yê bi vî awayî, bi xala 7’an a peymana yekîtiyê tê xwestin hiqûq li hev bikin.