Filistinî hêvî dikin ku Bîden bi 'rola erênî' rabe

Rêveberiya Filistînê û Yekîtiya Ereb bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew hêvî dikin ku rêveberiya nû ya DYE'yê ya bi serokatiya Joe Bîden di avakirina Filistîneke serbixwe de bi 'roleke erênî' rabe.

Daxuyaniya hevpar piştî hevdîtina Serokê Rêveberiya Filistînê Mahmûd Abbas û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereb Ahmed Abdul Geyt a li Qahîreyê hate dayin.

Li gorî daxuyaniyê her du rêveber bi taybetî li ser 'rewşa dawî ya pirsgirêka Filistînê' ya piştî hilbijartinên serokatiyê yên DYE'yê axivîne.

Filistîniyan serketina Bîden silav kirin û ragihandin ku Rêveberiya Filistînê û Yekîtiya Ereb li bendê ne ku rêveberiya nû ya Emerîkayê di lêgerîna li çareseriya bi du dewletan de DYE bi roleke hîn çalak û erênî rabe.

Piştî ku rêveberiya Donald Trûmp Qûds weke paytexta Îsraîlê qebûl kir, Filistîniyan têkiliyên bi Washîngtonê re birî bûn.

Mahmûd Abbas anî ziman ku ew li bendê ne bi Bîden re ji bo 'başkirina têkiliyên Emerîka-Filistînê û ewlekirina 'edalet û rûmeta' Filistîniyan 'bi hev re bixebitin'.

Mahmûd Abbas ji bo piştgiriyê werbigire dest bi tûra li herêmê kir. Abbas roja Yekşemê bi Qralê Urdunê Abdullah ê Duyemîn re hevdîtin kiribû.

Li gorî daxuyaniya Qesra Qraliyetê ya Urdunê, Qral Abdullah ji bo bidawîkirina şerê navbera Filistîn û Îsraîlê banga xurtkirina hewldanên navneteweyî kir û  çareseriya bi du dewletan destnîşan kir.

Tê payin ku Abbas roja Duşemê bi Serokdewletê Misrê Abdul Fettah El Sîsî re hevdîtinê bike.