Fîlîpînî xweseriyê didin kêmarên misilman

Li Fîlîpînê ya ku şerê li dijî DAIŞ’ê lê heye, li hev kirin ku pêşnûmaya ku dixwaze xweseriyê bide kêmarên misilman bişînin parlementoyê.

Li Fîlîpînê, ya ku nifûsa wê 100 milyon e û 5 milyon jê misilman e di navbera hikumet û Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro (Milf) de pêşnûmayek hate amadekirin wê bişînin parlementoyê. Di pêşnûmayê de tê xwestin ku misilmanên li girava Mîndanaoyê di herêmeke xweser de bijîn.

Armanc ev e ku şerê navxweyê yê ji sala 1970 û vir ve didome û nêzî 150 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi dawî bibe.

Di sala 1996’an de jî pêşnûmaya xweseriyê hatibû qebûlkirin lê vî tiştî nekaribû şer bi dawî bike.

Di sala 2014’an de hin komên li Fîlîpînê beşdarî DAIŞ’ê bûbûn. Ji ber êrîş û operasyonên meha Gulanê nêzî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.