Fermandarên Artêşên DYE û Rûsyayê wê li Viyanayê li hev rûnên

Serokên Fermandariyên Giştî yên DYE û Rûsyayê, li ser krîza Sûriyeyê wê roja Duşemê li paytexta Awûstûrya Viyanayê li hev bicivin.

Berdekvê Serokatiya Fermandariya Giştî ya DYE'yê Patrick Ryder diyar kir ku civîn wê di navbera generalê Emerîkî Joseph Dunford û hempîşeyê wî yê Rûs Valeri Guerassimov de pêk were.

Berdevk got, "Her du rayedarên leşkerî wê ji bo çareserkirina dubendiya navbera operasyonên leşkerî yên Rûsya û koalîsyona neteweyî yên li Sûriyeyê, tedbîran binirxînin."

Berdevk Ryder her wiha diyar kir, rayedarên leşkerîw ê rewşa ewlekariyê ya heyî ya li Ewropayê û rewşa têkiliyên leşkerî yên navbera Rûsya û DYE'yê nîqaş bikin.