FBI'yê têkildarî hilbijartinên 3'ê Mijdarê hişyarî da

Bi nêzîkbûna hilbijartinên serokatiyê yên DYE'yê re, FBI'yê li ser 'kampanya dezenformasyonê' ya ji ber sîstema dengdana bi nameyan hişyarî da.

Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) bi daxuyaniyekê hişyarî da, ku di hilbijartinên serokatiyê yên 3'ê Mijdarê de dibe ku 'aktorên derve' û 'krîmînalên sîber' kampanyayên dezenformasyonê bimeşînin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku armanc ji karên bi vî rengî ew e ku zerarê bidin pêvajoya hilbijartinê ya li DYE'yê û baweriya raya giştî ya bi saziyên demokratîk kêm bike.

Di hilbijartinên îsal ên li DYE'yê de bi taybetî rêbaza dengdana bi nameyê gelekî bûye mijara nîqaşê. Li gorî anketan Trûmp kêmî hevrikê xwe Joe Bîden dengan werdigire. Trûmp propaganda wê dike ku di sîstema dengdanê ya bi nameyan de hîle dikare bê kirin, lewma ev ê zerarê bide baweriya bi hilbijartinê.

Li gorî hin saziyên medyayê, eger Trûmp dibîne ku eger rêjeya tevlîbûnê ya li hilbijartinê zêde be îhtimala wî ya têkçûnê jî mezin e, lewma serî li propagandayeke bi vî rengî dide.