Fayed: Divê Ereb jî ji felsefeya Ocalan sûd werbigirin!

Serokê Navenda Lêkolîna Kurdan a Misir Al Misrî û Endamê Karê Derve yê Meclîsa Misrê Rajaî Fayed got divê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her deverê berbelav bibe û Kurd û Ereb pişta hev bigirin.

Ji gelek welatan entellektuel, rewşenbîr, nivîskar, lêkol, ramanger ji nêz ve felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişopînin. 

Rewşenbîrên Rojhilata Navîn jî ramanên Ocalan dişopînin û di serê van wan de jî rewşenbîrên Misrê hene.

'DIVÊ FELSEFEYA OCALAN BERBELAV BIBE'

Serokê Navenda Lêkolîna Kurdan a Misir Al Misrî û Endamê Karê Derve yê Meclîsa Misrê Rajaî Fayed yek ji wna kesan e ku Ocalan dişopîne. Fayed got, ''Têkilî girtîbûna Rêzdar Abdullah Ocalan ê şoreşger em dikarin bibêjin, helbet dewleta Tirk bi hêsîrgirtina Ocalan ê têkoşer zirareke mezin gihaşte Tirkiyê, ji ber ku Rêzdar Ocalan bi xwe re heqîqet bi temamî afirand û ji hêla manewî ve fikr, ramaneke hêja afirand. Hêvî dikim ku felsefeya Ocalan berbeblav bibe. A rast li gelek deveran berbelav bûye lê divê zêdetir berbelav bibe, ez wiha difikirim.''

Fayed got, ''Ocalan di nav fîlozofên navdar ên cîhanê de cihê xwe girt, divê felsefeya wî jî vî cihî bigire'' û bi domdarî got, ''Ji felsefevanên din qesta min felsefeya Îslamê, ya Elman, Marksîst, Lenînîst û hwd. ye. Ango Ocalan jî bi asta van felsefeyan xwedî felsefeyekê ye. Her wiha bi kesayata xwe jî bi wan kesan re ku ev felsefe danîne bi eynî kesayatiyê ye.''

'EREB DIVÊ JI FELSEFEYA OCALAN SÛD WERBIGIRIN'

Fayed bi domdarî got divê gel û welatên Ereb jî ji vê felsefeyê sûd werbigirin û domand, ''Em Ereb divê vê felsefeyê li ber xwe deynin û wê baş fêhm bikin. Ji ber ku pêkhatina dad, wekhevî û demokrasiyê ku em dixwazin û vê lihevkirinê bi çarçoweya vê fikir û felsefeyê em dikarin geş bikin. Ya ji me re lazim ew e ku bi fikra Ocalan û fikra welatîbûna dewletê ya li welatên Ereb têkiliyekê deynin. Xala hevpar a di navbeyna van du faikran de nexasim li Misrê û hemû welatên Ereb em dikarin deynin.''

Fayed her wiha got li gel pergala Imraliyê jî Ocalan yek ji kesê herî girîng ê dîrokî ye.

'KURD Û EREB DIVÊ PIŞTA HEV BIGIRIN'

Fayed diyar kir, têkoşîna Ocalan ne tenê ji bo Kurdan e, hem ji bo azadiya gelê xwe û hem jî ji bo azadiya gelên din têdikoşe û derbarê têkiliya Kurd û Ereban wiha got:

''Em ji xwe dipirsin gelo gelê Ereb dizanin bê ka Kurd di çi halî de ne, çi dixwazin, têkoşîna wan bi kîjan astê ye. Helbet hinekî pê dizanin lê bi min ev kêm e. Ji bo ku rast fêhm bikin divê zêdetir hewl bidin. Divê ev jî ne yek alî be, ango Kurd divê Ereban fêhm bikin û destekê bidin, Ereb jî Kurdan fêhm bikin û destekê bidin. Ji ber vê têkilî mijarê divê mirov dîrokê xweş bixwîne û xweş fêhm kir, li ser vê mijarê dîrok ji bo du gelan jî avantaj e.''

Fayed her wiha got ti caran di navbeyna Kurd û Ereban de şer derneketiye, pirsgirêkên mezin rû nedana.

Fayed got rewşan Ereban ji ber zext û zordarî, hejarî, bêkariyê ve ne zêde baş e ji ber vê dema ku têkilî bi Ereban re danîn li gorî vê rastiyê têkiliyê deynin û ti hêviyeke zêde nekin.

KCK BI WÊ HÊZÊ YE KU DIKARE YEKÎTIYA KURDAN AVA BIKE

Serokê Navenda Lêkolîna Kurdan a Misi Al Misrî û Endamê Karê Derve yê Meclîsa Misrê Rajaî Fayed herî dawî bal kişande ser rewşa parçeyî ya Kurdan û got, ''KCK bi wê hêzê ye ku dikare wan toxên ku di navbeyna hêzên Kurd û Kurdan de yên yekîtî û pevrebûnê pêk bîne, biçîne.''