FARC: Xebatkarê NY’yê yê ku hatî revandin divê serbest were berda

FARC  ji gerîlayên ku li dijî pêvajoyê ne xwest ku xebatkarê NY’yê ku revandine serbest berdin.

Li Kolombiyayê ku peymana aştiyê li gorî hatî plankirin dimeşe, FARC’ê bang li gerîlayên dijî pêvajoyê kir ku xebatkarên NY’yê yê ku rehîn girtine serbest berdin.

Xebatkarê Ofîsa Têkoşîna Dijî Hişbir û Sûc a NY’yê Arley Lopez Çarşema bihurî hatibû revandin. Hatibû gotin Lopoez ji hêla komeke ji nav FARC’ê ve ku li dijî pêvajoya aştiyê bûn, hatiye revandin.

FERMANDARÊ FARCÊ DENGÊ XWE LI KOMA MUXALÎF KIR

FARC’ê di daxuyaniyê de diyar kir, revandina xebatkarê NY’yê tê maneya astengkirina rêya aştiyê ye û bang li koma muxalîf kir ku xebatkarê NY’yê serbest berdin.

Hatibû gotin Lopez ji hêla koma gerîla a bi pêşengiya Ivan Mordîsco ve hatiye revandin ku li dijî peymana aştiyê ya di navbera Kolombiya û FARC’ê de ne.

Piştî bûyera revandina Lopez hikûmeta Kolombiya şandeyek şandibû herêma Guavîare û ji bo ku Lopez serbest were berdan dest bi xebata kiribû.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Piştî Şer û Mafê Mirovan, ku nû ava bûye, rehîne wê were berdan.