Li vê navendê wê 500 kes bixebitin û xebatkar wê parvekirinên bi Kurdî, Tirkî û Erebî yên li ser Facebookê rojê 24 saetan bişopînin.
Şefê Facebookê Mark Zûckerberg meha Gulanê ragihandibû, ku ew ê hejmara xebatkarên xwe yên li gelemperiya cîhanê ji 4500'î bigihînin 7500'î. Yek ji cihên ku Facebook razemeniyê li ser dike jî, beşeke bi navê 'navenda jêbirinê' ye.
Facebookê beriya niha gelek hesabên medya alternatîf ku ajansa me jî di nav de bû, jê biribû. Tê gotin, bi rêya gaveke nû wê van polîtîkayên xwe yên zordariyê bigihîne heta bikarhêneran.
Facebook, ku navendeke wê ya bi vî rengî li paytexta Elmanya Berlînê heye û 700 kes lê dixebitin, niha jî navendeke din li bajarê Essen ê Elmanyayê vedike. Li vê navendê jî wê hemû parvekirinên ku Facebook şaş dibîne, ji sûcê nefretê pêk tê û nûçeyên 'fake' hefteyê 7 roj û 24 saetan bên şopandin.
Li vê navendê ku tê payin payizê vebe, Facebook dixwaze giraniyê bide ser Kurdî, Tirkî û Erebî. Li vê navenda ku wê 500 kes bên xebitandin, parvekirinên bi van her sê zimanan wê timî bên şopandin û yên ji aliyê navenda Facebookê ve nayên xwestin, di cih de werin jêbirin.
Ji rêveberên Facebookê Martîn Ott der barê navenda nû de agahî da çapemeniya Elman û got, "Armanca me têkoşîna li dijî parvekirinên derveyî qanûnan e."
Rêveberên Facebookê ragihandin, namzetên ji bo kar serlêdan kirine wê sê hefteyan bên perwerdekirin. Rayedarên Facebookê eşkere nekir ku ji bo beşa Kurdî çend xebatkar bên girtin.