FÎHD: Li Îranê darvekirin bê navber didome

Ferderasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) û endamê wê Liga Mafê Mirovan a Îranê têkildarî darvekirinê raporek belav kir. Di raporê de hate gotin ku cezayê darvekirinê pir tê bikaranîn.

Her du organîzasyonan jî diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê piştî Çînê welatê duyemîne ku herî zêde cezayê darvekirinê tê tên bikaranîn.

Li gorî raporê di sala 2019’an de bi kêmanî 215 kes, di 9 mehên sala 2020’ê de jî nêzî 160 kes hatine darvekirin. Tê texmînkirin ku hejmara rast hê zêdetir be.

Li gorî rapora ku bi boneya 10’ê Cotmehê Roja li Dijî Darvekirinê ya Navneteweyî, li têkiliya di navbera mafê darezandina adil û cezayê darvekirinê de digerin.

Di raporê de hate gotin ku gelek biryarên darvekirinê ne li gorî standartên navneteweyî yên li qada darezandina adil in û di piraniya sûcên darvekirinê yên girtiyan bi ‘sûcên nezelal’ dîsa ‘îtirafên’ bi êşkence û nêzîkatiyên xirab hatine girtin, tên mehkûmkirin.

Li gorî raporê Îran di mijara înfazê ya zarokan de di rêza yekem de ye. Li gorî raporê; “Cezayê darvekirinê piranî didin zarokên ku li bendê ne ku bibin 18 salî.’ Her wiha li gorî raporê ji Îlona 2009-Îlon 2019 herî kêm 67 zarok hatine darvekirin.