Ewûstûralya wê derziyê koronayê bê heq li welatiyên xwe belav bikin

Serokwezîrê Ewûstûralyayê Scott Morrîson diyar kir ku wan bi kargehek a dermanan ku îdîa dike wan derziyek li hember koronayê bi dest xistine re li hev kirine û wê derziyê li hemû welatiyên Ewûstûralyayê bê heq belav bikin.

Serokwezîr Scott Morrîson dest nîşan kir ku wan li Ewûstûralyayê ji bo derziyek li dijî vîrûsa koranayê bi kargeha dermanan a AstraZeneca re lihevkirine.

Morrîson, diyar kir ku dema kargehê derziya bi Zanîngeha Oxfort a li Îngîltereyê re pêş xistî bi bandor bibe, “Wê hilberînin û tavilê bê arikariya kesê belav bikin.”

Morrîson got: “Wê derziyê bi 25 milyon Ewûstûralyiyan re parve bikin.”