Eûbarometre: Eleqeya ji bo hilbijartinên PE’yê zêde bûye

Hêj ku salek ji hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê re maye, li gor rapirsînekê eleqeya ji bo hilbijartinan zêde bûye.

Li gor lêkolîneke bi berfirehî ya Eûrobarometreyê ku saziyeke Komîsyona Ewropayê ye, li 27 welatên Ewropayê eleqeya ji bo hilbijartinên parlamentoyê zêde bûye.

Li gor encamên hatin ragihandin, ji sedî 54’ê welatiyên Ewropayê ji awayê birêveçûnê demokrasiyê ne bi gazinc in.

Ji sedî 67’ê kesên li rapirsînê bûn beşdar, got ku wê dengê xwe bidin. Li gor pênc sal berê daxwaza tevlêbûna hilbijartinan 11 xal zêde bûye.

Bi tenê ji sedî 45’ê Ewropayiyan dizanin ku wê hilbijartin sala 2024’an be.

Rêjeya kesên dibêjin ku wê rewş yekcar xera bibe, bû ji sedî 47. Li gor pênc sal berê pênc xal zêde bûye.

Ev rêje, nîşaneyên ketina standardên jiyanê yên Ewropayiyan in. Nîvê kesên rapirsîn bersivand got ku şertên jiyanê ne wek berê ne û pêşbîniya ji çaran yekî  ew e ku wê şert û merc hinekê din jî nebaş bibin.