ETA’yê têkildarî feshkirina xwe nameyek şand

ETA ya ku ji bo rizgariya welatê Baskê bi dehan salan têkoşiya, ragihand ku wê hemû avadaniya xwe fesh kiriye.

ETA’yê name ji partiyên siyasî, tevger û kesan re şand û diyar kir ku hemû pêkhateyên wê hatine feshkirin û belavkirin.

Name di rojnameya Dîarîo Vasco hate weşandin û bal tê kişandin ser vî tiştî ku ETA’yê xwe ji binî ve fesh kiriye.

Berdevkekî hikumetê diyar kir ku bi vîdeoyeke ku ew ê ji BBC’yê re were şandin ew ê biryara feshkirinê were îlankirin.

ETA ya ku di sala 2011’an dev ji têkoşîna çekdarî berdabû, sala borî hemû çekên di destê xwe de teslîmî çalakgerên tevgerên aştîxwaz yên navneteweyî kiribû. Rêxistinê herî dawîn ji malbatên kesên ku di êrîşa 20’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dane, lêborîn xwestibû.

Lê helwesta tund a hikumeta Îspanyayê ya li dijî girtiyên endamên ETA’yê didome. Wezîrê Karê Hundir Îgnacîo Zoîdo diyar kir ku ETA gavan diavêje lê ew ê şopandina endamên rêxistinê bidomînin.