Eşîrên Efgan ji bo agirbesteke 'lezgîn û mayinde' bang kirin

Di civîna Loya Jirga (Şûra Mezin) de ku ji nûnerên eşîrên li Efganistanê pêk tê, banga 'agirbesteke lezgîn û mayinde' hate kirin.

Nêzî 3 hezar nûner roja Duşemê li hev civiyan. Ji ber civînê beşeke mezin a paytext Kabûlê ji bo ewlekariyê hate girtin.

Nûnerên eşîran xwestin, bi Remezanê re destpêka hefteya bê agirbest bê ragihandin.

Di encamnameyê de hate gotin, "Ji bo hurmeta li îrade û daxwazên gel, divê hikumeta Komara Îslamî ya Efganistanê û Tevgera Talîbanê ji roja destpêkê ya Remezanê ve bi rengekî lezgîn û mayinde agirbestê ragihînin û bi cih bînin."

Biryarên Loya Jirga ku bi zimanê Peştûnî tê wateya "Meclîsa Mezin" bi konsensusê tên wergirtin. Destpêkê tenê şefên eşîran di nava meclîsê de bûn. Lê belê bi demê re endamên rêxistinên civaka sivîl jî entegreyî meclîsê bûn.

Talîbanê beriya destpêkirina Şûrayê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wê biryarên bên wergirtin hemûyan red bikin.