Esad: Erdogan piştgirî dide terorîstan

Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar El Esad, anî ziman ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştgirî dide komên ‘Terorîst’.

Esad di hevpeyvîna li gel Televîzyona SKAI ya Yûnan de got: “Erdogan piştgirî dide terorîstan. Li gel Birayên Misilman cih digire.” Esad ê şerê li Sûriye weke ‘Şerekî yê cîhanê’ pênase kir û got: “Ji şerekî sar hê zêdetir lê ji şerekî dijwar hê kêmtir” îfade kir.

Esad bal kişand ser êrîşên Îsraîl ên li ser Sûriye û heyîna Îranê ya li Sûriyeyê û got: “Di wê hêviyê de me ku di nava van aliyên bi hêz de şerekî dijwar rû nede, ji ber ku ji bo yên li ser rûyê cîhanê bimînin nuqteya ku ji kontrolê bê derxistine.”

Esad têkildarî mijara bikaranîna çekên kîmyewî jî ev nirxandin kir: “Ji sala 2013’an û vir ve ti çekên kîmyewî li gel me nemaye. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya hemû xebatên têkildarî vê mijarê kirine, diyare ku em ne xwedî van çekan in.”

Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar El Esad, têkildarî ‘bikaranîna çekên kîmyewî’ ya meha Nîsanê ya borî ya li Dûma ku têde 49 kesan jiyana xwe ji dest dabû jî got: “Ev karekî beredayî ye û lîstikeke” û wiha dom kir: “Lîstikekî ku ji bo êrîşî artêşa Sûriyeyê bikin.”

Esad têkildarî çûna xwe jî got: “Dema ku min hîs kir ku gelê Sûriyeyê êdî min naxwazin, bê ku dudiliyê bikim ez ê biçim.”

Esad, “Piraniya gelê Sûriyeyê wî destek dikin” parast û got: “Eger ku ev hêz û paşpişt nebûye, tevî şerê dijwar ku ev 7 salin dom dike, ev berxwedana tê kirin ne mimkûn bû.”