Êrîşkarê St. Petersbûrgê eşkere bû
Hat ragihandin, kesê ku li bajarê St. Petersbûrg ê Rûsyayê êrîşa bombeyî kiriye, welatiyekî Rûs ê bi eslê xwe Kirgiz e. Di êrîşa duh de 11 kes miribûn, herî kêm 45 kes jî birîndar bûbûn.
Hat ragihandin, kesê ku li bajarê St. Petersbûrg ê Rûsyayê êrîşa bombeyî kiriye, welatiyekî Rûs ê bi eslê xwe Kirgiz e. Di êrîşa duh de 11 kes miribûn, herî kêm 45 kes jî birîndar bûbûn.
Ajansa nûçeyan AFP'ê jî li gorî agahiyên ji yekîneyên ewlekariyê yên Kirgiz wergirtî, ragihand ku gumanbarê êrîşê Akbarzhon Jalîlov ê 22 salî ye.
Li gorî ajansa nûçeyan TASS'ê jî, lêpirsîna fermî piştrast dike ku di êrîşê de 2 kesên ji Asya Navîn, yek jin yek jî mêr, di êrîşê de cih girtine.
Êrîşa li metroya St. Petersbûrgê, dema ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li vî bajarî bû, hat kirin.