Erebîstana Siûdî ji ber ‘germa zêde’ kesên ku diçin hecê hişyar kir

Erebîstana Siûdî ji ber germa zêde, heciyên ku diçin Mekkeyê hişyar kir.

Ev serdana Hecê ya li Siûdiyeyê ku yek ji mezintirîn kombûnên olî yên cîhanê ye, îsal bi taybet kete havîneke germtir.

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku tenê roja yekşemê di dawiya hecê ya mezin de zêdetirî 2 hezar û 700 bûyerên "bêhalbûna germê" hatine qeydkirin.

Li gorî kanala televîzyona dewletê El-Ehbariyê Wezareta Tenduristiyê wiha got: "Germahiya herî bilind ji destpêka Hecê ve, îro li cihên pîroz tên qeydkirin di asta herî jor de ye û ev germahî gihiştiye 49 pileyan. Em hişyarî dikin ku mêvanên Xwedê xwe ji rojê biparêzin."

Li aliyê din servîsa hewayê ya Siûdiyeyê ragihand ku germahiya li Mekkeyê gihîştiye 51,8 pileyî.

Wezaretê Derve yaê Urdunê roja Yekşemê ragihand ku 14 heciyên Urdunî di encama germahiya zêde mirine û 17 heciyên din jî "winda ne."

Tehranê jî bêyî ku sedema mirinê diyar bike ragihand ku 5 heciyên Îranê mirine û got li Dakarê sê heciyên Senegallî mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Siûdî di daxuyaniya xwe ya ji aliyê El Ehbariyê ve hat dayîn de got, "Divê tedbîr werin girtin û hecî di saetên herî germ de dernekevin derve yan jî sîwanan bi kar bînin."