Erdogan wê li Londonê bê şermezarkirin

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku wê biçe Îngilîstanê, wê bi rengekî girseyî bê şermezarkirin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ji bo dîtina Qralîçe Elizabeth û Serokwezîr Theresa May wê biçe paytexta Îngilîstan Londonê. Erdogan wê li Londonê bê şermezarkirin.

Çalakiyên protestoyî ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve tên organîzekirin ku ji 30 rêxistinên civakî yên li Londonê pêk tê. Gelek sendîka, rêxistinên girseyî, koma kampanyayê û partiyên siyasî yên Îngilîstanê jî dan xuyakirin ku wê tevlî xwepêşandanên protestoyî bibin.

Sendîkayan, gelek sazî û rêxistinên girseyî her wiha daxuyanî dan û ji ber serdana Erdogan serokwezîr May rexne kirin. Di daxuyaniya Kampanya Piştgiriya bi Gelên Tirkiyeyê re (SPOT) qebûlkirina serdana Erdogan a li Îngilîstanê protesto kir.

bi navê Kampanya Piştigriya Kurdistanê jî Rosa Gilbert daxuyanî da û got, "Desteka Erdogan a ji bo komên cîhadîst ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Serdana Erdogan a li Înglîstanê ji bo desthilatdariya May cihê şermê ye." Gilbert ji bo çalakiyên protestoyî banga tevlîbûnê kir.

Ne tenê hêz û rêxistinên Tirkiyeyî, her wiha Îngilîz jî ji serdana Erdogan gelekî nerazî ne. Di serî de medya civakî bi rêya gelek amûran bangên ji bo protestokirina serdana Erdogan tê kirin. Sendîkayan her wiha name ji Serokwezîr May re nivîsîn û jê xwestin ku bi Erdogan re rûnenê.

Serokkomarê Tirk Erdogan wê roja Sêşemê bi Serokwezîr May re rûnê. Tê gotin, amadekarî tê kirin ku wê rojê bi çalakiyeke mezin, Erdogan bê şermezarkirin. Ji bo çalakiyê ku wê roja Sêşemê saet 10'an li ber avahiya Serokwezaretiyê pêk were banga tevlîbûnê hate kirin. Ne tenê Erdogan, wê Serokwezîr May jî ji ber ku Erdogan pêşwazî dike bê protestokirin.