Erdogan diçe Londonê, rêxistinên parêzvanên mafê mirovan nerazîne

Rêxistinên mafê mirovan û saziyên çapemeniya azad, ji beriya serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a hefteya bê ya ji bo Lodonê bang li Serokwezîra Îngilîz Theresa May kirin ku zextê li Erdogan bike.

Serokwezîrtiya Îngilîz Theresa May ragihand ku roja Sêşemê Erdogan vexwendiye Qiraltiya Yekbûyîyê. Ev hevdîtina beriya hilbijartina li Tirkiyeyê, nerazîbûna saziyên mafê mirovan û dezgehên çapemeniya azad bal kişand. Tê payîn ku Erdogan roja Yekşemê dest bi serdanê bike.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokwezîrtiya Îngilîstanê ve hate kirin, wê serdana Erdogan ji bo her du welatan di warê “Têkoşîna bi terorîzmê re, dîsa koçberî, nearmaiya li herêmê, bazirganî, mijarên din ên di rojevê de ji bo wan fersende be.”

Dîrektora Rêxitina Mafê Mirovan a Îngilîstanê Kate Allen daxuyaniyek da û got: “Serdan, ji bo Theresa May di warê pêşxistina civaka sivîl û mafê mirovan a li Tirkiye ya Qiraltiya Yekbûyê, ji bo nîşandana serokkomar fersendeke.”

Allen bal kişand ser Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê û got: “Meqamên Tirkiyeyê di bin sêwana Rewşa Awarte de hewl dide civaka sivîl parçe bike, parêzvanên mafê mirovan bixe zindanê, dîsa girtina sazî û dezgehan û avakirina tirsê bide çêkirin.”

Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî PEN’ê jî nerazîbûn nîşan da û li bendê ye ku roja Sêşemê dema serdana Erdogan, çalakiyê protestoyî yên bi dirûşam azadiya çapemeniyê bê lidarxistin.

Komeleya Edîtoran a parêzvanên azadiya çapemeniyê ji bo Serokwezîr May nameyek vekirî şand. Komeleyê ji May xwest ku ; “Fikarên metirsîdar ên têkildarî rewşa çapemeniya azad a li Tirkiyeyê weke rapor” bîne ziman.