Elmanyaya cihêkariyê dixe nav welatiyên xwe yên li Tirkiyê girtî

Parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm bertek nîşanî hikumeta Elmanyayê da ku cihêkariyê dixe nav welatiyên xwe û got, “Ev helwesta hikumetê ya ku cihêkariyê dixe nav welatiyên xwe nayê pejirandin.

Rejîma Erdogan rojên borî 6 sal 3 meh ceza li hunermenda Kurd Canê ku welatiya Elmanyayê ye, birîbû. Perlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer bang li hikumeta Merkel kir û xwest ku hikumeta Elman ji bo welatiya xwe ya jibîr kirî bikeve tevgerê.

Sommer, di heman demê de bibîr xist ku li Tirkiyê ligel Hozan Canê, Adil Demirci, Enver Altaylı, Dennis E. û Patrick K. di girtîgehên Tirkiyê de girtî ne û divê hikumeta Elman demildest ji bo welatiyên ku bên berdan bikeve nav tevgerê.

Li gorî daneyên Wezareta Derve ya Elmanyayê dayî ji ber sedemên siyasî niha 7 welatiyên Elmanyayê di girtîgehên Tirkiyê de tên ragirtin. Dîsa dadgeha Tirk herî kêm di derbarê 35 welatiyên Elmanyayê de biryara ku dernekevin derveyî Tirkiyê daye. Ji sala par ve rejîma Erdogan siyaseta rehîneyan dimeşîne û gelek tawîz ji Elmanyayê bidest xistine.