Elmanya wê biryara xwe ya li ser Încîrlîkê roja Çarşemê eşkere bike

Wezîrê Parastinê Ûrsûla von der Leyen diyar kir ku Elmanya wê biryara xwe ya ji bo leşkerên Elmanyayê yên li Încîrlîkê di civîna Desteya Wezîran a roja Çarşemê de eşkere bike.

Serdanên Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel ên li Enqereyê negihiştin tu encamê û Gabrîel diyar kir ku di nava du hefteyan de wê leşkerên li Încîrlîkê werin vekişandin. Lê Wezîrê Parastinê Ûrsûla von der Leyen diyar kir ku Elmanya wê biryara xwe ya di civîna Desteya Wezîran a roja Çarşemê de eşkere bike.

Aloziya Încîrlîkê ya di navbera Elmanya û Tirkiyeyê êdî çareser dibe. Wezîrê Karê Derve Sîgmar Gabrîel peyamên germ dan AKP’ê lê destûr nehat dayîn ku biçe Încîrlîkê.

Piştî hevdîtina bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû re Gabrîel ji rojnameya Dîe Weltê re axivîbû û gotibû, “Leşkerên li Încîrlîkê vê hefteyê yan jî hefteya bê, ew ê vekişin. Ji ber meseleyên navxweyî me biryareke wisa stend.”

Lê berevajî Gabrîel Wezîrê Parastinê Ûrsûla von der Leyen diyar kir ku Elmanya wê biryara xwe ya ji bo leşkerên Elmanyayê yên li Încîrlîkê di civîna Desteya Wezîran a roja Çarşemê de eşkere bike û got: “Nayê qebûlkirin ku Tirkiye nahêle parlementerê me biçe serdana leşkerên xwe. Piştî biryara hikumetê ya roja Çarşemê wê vekişandin dest pê bike.”

PARTIYA ÇEP: TIŞTA KU TIRKIYE DIKE RÛMETŞIKÊNÎ YE

Partiyên mûxalefetê jî dixwazin hikumeta Merkel helwesteke tund nîşan bide. Serokê Giştî yê Partiya Çep Bernd Rîexînger diyar kir ku, helwesta Tirkiyeyê ‘rûmetşikên’ e.

Parlementera partiya Keskan Claûdîa Roth jî xwest Elmanya têkiliyên xwe bi yên Tirkiyeyê re ji ber çavan derbas bike. Roth xwest ku bila îxracata çekan a ji Tirkiyeyê re were sekinandin û diyar kir ku Enqere ji bo Berlînê ne şirîkekî stratejîk û leşkerî ye.