Bi fermana Erdogan destûra serdana parlamenterên Elman a ji bo leşkerên Elman ên li balafirgeha leşkerî ya li Konyayê hatibû betalkirin. Têkildarî betalkirinê Serokwezîra Elman Merkel gotibû ku' Destûra serdana Konya yê nabe ku bibe mijara bazarê'
Têkildarî mijarê di daxuyaniya ku îro hatî kirin de ku mijar NATO yê ji eleqedar dike hat ragihandin ku nabe ku li dijî Tirkiyeyê hişk were kirin.
Berdevkê hikûmeta federal Steffen Seîbert diyarkir ku betalkirina serdanê ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye kirin û tenê hatiye paşve xistin.
Aloziya di navbera Tirkiye û Elmanyayê de ji mafê bingehîn yê mirovan, qetlîamên li ser Kurdan û sepandina pêkanînên diktartoriyê tê. Hikûmeta Elmanyayê ku heta roja me ya îro giliyê herî giring ku kiribû, girtina rojnamevan Deniz Yucel e.