Elmanya: Tirkiyeyê Xala 51’emîn a NY binpê kir

Li gorî rapora pisporên Meclîsa Federal a Elmanyayê dewleta Tirk dema êrîşî Başûrê Kurdistanê kiriye, Xala 51’emîn a Şertê Neteweyên Yekbûyî bin pê kiriye. Daîreya ku ev rapor amade kir, bang li NY û NATO û Berlînê kir ku bila têkevin nav hewldanan.

Çend roj berê parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût xwestibû ku bila di warê hiqûqa navneteweyî de li ser êrîşên artêşa Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê were sekinandi û serî li Daîreya Xizmetên Zanistî yên Meclîsa Federal kiribû. Ev daîreya ku pisporên qadên cihê tê de cih digirin, derbarê agahiyên pisporî parlementeran agahdar dike.

Partiya Çep ji daîreya xwestibû ku bila li ser êrîşên dagirker a dewleta Tirk a bi navê ‘Kartal-Pençe’ bisekine. Daîreyê fikrên xwe yên li ser êrîşê di raporekê de diyar kir. Ev rapor hê ji raya giştî re nehatiye vekirin û di vê raporê de ya bi navê ‘Di warê hiqûqa navneteweyî de operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê ku li Bakurê Iraqê li dijî PKK’ê dike’ de fikrên ku planên dagirker ên AKP û MHP’ê rexne dike, cih digire.

‘YA KU TIRKIYE DIKE NE PARASTINA REWA YE’

Vê rapora ji 12 rûpelan pêk tê, di destê ANF’ê de ye. Di raporê de tê diyarkirin ku Tirkiye yekparetiya axa Iraqê binpê dike û derbarê van êrîşên Xala 51’emîn a şertê Neteweyên Yekbûyî binpê dike.

Di raporê de tê diyarkirin ku “Di vê pêvajoyê de êrîşên PKK’ê nehatiye kirin û teza dewleta Tirk a ‘xweparastina rewa’ pûç dike.

Di raporê de bal tê kişandin ser vî tiştî ku “Tu êrîşên PKK’ê tuneye ku divê pêvajoyê de Tirkiye di çarçoveya xweparastina rewa de êrîşî axa Iraqê bike.”Di raporê de qala teoriya “danheviya êrîşan” (accumulation of events-Doktrin) jî tê kirin a ku di hiqûqa navneteweyî de cihekî girîng digire.

Li gorî vê teoriyê heke li dijî dewletekê gelek êrîş were kirin, dewlet jî bersivê bide van êrîşan, ev tişt li gorî hiqûqa navneteweyî ye. Di salên borî de dema ku Hîzbûllahê li dijî Îsraîlê êrîşên berfireh kiribû, Îsraîlê jî êrîşên hewayî kiribû ev tişt li gorî vê teoriyê de bû. Daîreya Xizmeta Zanistî ya Meclîsa Federal diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê ne di çarçoveya vê teoriyê de ye.

‘DIVÊ TIRKIYEYÊ NY AGAHDAR BIKIRA’

Di raporê de tê diyarkirin li gorî hiqûqa navneteweyî divê Tirkiyeyê NY agahdar bikira. Di raporê de tê diyarkirin, li gorî benda duyemîn a Xala 51’emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî ji bo ku mafê ‘xweparastina rewa’ pêk were, divê dewletek beriya li ser axa welatekî din operasyoneke leşkerî pêk bîne, divê agahiyê bide NY.  Di raporê de hate gotin, “Tirkiyeyê ji bo operasyona bi navê pençe û kartalê agahî endaye NY. Ev jî tê wateya binpêkirina Xala 51’emîn.”

Di raporê de tê diyarkirin ku di êrîşên artêşa Tirk de kesên sivîl jî dimirin û ev tişt hate gotin, “Li gorî çapemeniya Kurdan li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî kesên sivîl ji aliyê artêaş Tirk hatine qetilkirin. Li vê kampê bi qasî 12.000 kes dijîn. Di heman demê de êrîşî navendeke tendirustiyê ya li Şengalê û kampa vegerê ya Êzidiyan jî hatiye kirin. Heke ev nûçe rast bin, di êrîşên dewleta Tirk de kesên sivîl hatibin qetilkirin an jî bi giranî birîndar bûbin, ev tişt tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.”

'ELMANYA DIBE KU NY Û NATO'YÊ TEVBIGERÎNE'

Di raporê de her wiha tê gotin li dijî êrîşên Tirkiyê dibe ku Elmanya endamên demkî yên Konseya Ewlehiyê ya NY'yê û serokên demê bide civandin û hate gotin:

"Konseya Ewlehiyê ya NY'yê dibe ku tevger Bakurê Iraqê ya Tirkiyê bi kêmanî ji hêla biryareke lêhatî an jî ji bo daxuyaniyekê bide dikre weke binpêkirina hiqûqî navnetewî ya mirovî şermezar bike. Di vê mijarê de rêjeya serkeftinê piranî têkilî helwesta wan welatan e ku di Konseya Ewleehiyê de xwedî mafê vetokirinê ne. Heke Konseya Ewlehiyê ya NY'yê bi fermî daxuyaniyeke hevpar nede jî, bi kêmanî li ser aktîvîteyên Tirkiyê yên li Bakurê Iraqê dikare zorê li Neteweyên Yekbûyî bike da ku bibe xwedî helwesteke fermî. Piştî daxuyaniyeke wiha heke Tirkiye nikare ispat bike ku bi çarçoweya mafên parastina rewa tevdiger wê demê pênasekirina vê ya ji hêla gelak dewletan ve ya weke binpêkirina hiqûqa navdewletî, bi serê xwe wê bibe mijareke girîng."

Daîreya Xizmetên Zanstî ya Meclîsa Federal serlêdana Fransayê ya li Konseya Ewlerhiyê ya NY'yê ya piştî êrîşa dagirker a artêşa Tirk a li ser Efrînê ya Çileya 2018'an jî bi bîr xist û wiha bang li Hikûmeta Federal a bi seroktiya Merkel kir:

"Elmanya, ji bo pênasekirina binpêkirina pîvanên hiqûqa navneteweyî, dikare helwesta Fransayê ya piştî operasyona 'Şaxê Zeytûnê' ya Tirkiyeyê ya Çileya 2018'an a li Bakurê Sûriyeyê weke mînak nîşan bide. Fransayê wê demê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaza civîneke lezgîn kiribû û bang kiribû ku ji bo agirbesteke berfireh û bêşert, alîkariya mirovî bê ragihandin."

Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal di raporê de herî dawî ragihand ku êrişên tên wateya binpêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî, ji aliyê Elmanyayê ve dikare derbasî rojeva NATO'yê bên kirin. Di raporê de, ji bo şermezarkirina operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê dike, işaret bi mekanîzmaya şewirmendiyê ya navbera endamên NATO'yê tê kirin. Di raporê de hate gotin, "Elmanya, ji bo li ser van operasyonên Tirkiyeyê beyanên fermî bê kirin, dikare qada navneteweyî bi kar bîne."

XALA 51'Ê YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ÇI YE?

Xala 51'ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî ku di raporê de timî tê gotin ku Tirkiyeyê binpê kiriye, wiha ye:

"Ti ji hukmên vê peymanê (Şertê Neteweyên Yekbûyî), dema ku endamekî Neteweyên Yekbûyî bû hedefa êrişeke çekdarî, heta ku Konseya Ewlekariyê ji bo parastina ewlehî û aştiya navneteweyî tevdîran werbigire, zerarê nade mafê parastina rewa ya hevpar an jî ya şexsî ya endamê navborî. Endam dema ku ev maf bi kar anî, divê yekser tevdîrên ku wergirtiye ji Konseya Ewlekariyê re ragihîne. Ev yek nabe ku bi ti awayî bandorê li erk û wezîfeya Konseyê bike, dema ku ji bo parastina ewlehî û aştiya navneteweyî bikeve nava liv û tevgerê."

Hikumeta Elman a Federal hefteya derbasbûyî jî bersiv dabû pêşnûme pirsa Partiya Çep û yekemcar eşkere kiribû ku ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava ye.