Elmanya dixwaze penaberên Kurd bişîne Bulxarîstanê

Hikûmeta Elmanya aşkere kir, ew ê 86 penaberan, ku di nav wan de Kurd jî hene bişînin Bulxarîstanê. Têkiliya hikûmeta Sofya ya bi rejîma Erdogan re ji bo penaberan fikaran zêde dike.

Bulxarîstanê peymanên navnetewî ku pararastina penaberan ferz dike tine hesibandibû û siyasetmedarê Kurd Selahattîn Urun Îlona bihurî teslîmî dewleta Tirk kiribû.

Urun di hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê de ji HDP'ê namzetê hevşaredariya Qilebanê ya Şirnexê bû, ji ber cezayê teqez bûyî bêgav mabû ku ji Tirkiyê derve û Çile li Bulxarîstanê hatibû destgîrkirin.

Urun ê ku 9 mehan girtî mayî û bêyî ku li dadgeha 29'ê Îlonê bisekine Bulxarîstanê bi rengekî îllehal Urun radestî Tirkiyê kiribû û Urun avêtin girtîgeha Edîrneyê.  Di pêvajoya îadekirina Urun de derketibû holê ku îstîxbarata Tirk û yekîneyên ewlehiyê yên Bulxarîstanê bi rengekî bi koordîne xebitîne.

Hikûmeta Sosyayê ya bi serokwezirtiya Bojko Borîssow têkiliyên xwe bi rejîma Erdogan re xweş in, diyar bû ku di navbeyna 2014-2019'an de kesên ku ji Tirkiyê derbasî Bulxarîstanê bûne û serlêdana wan a îltîcayê qebûl bûye pir kêm e.

Li gel vê jî hikûmeta Elman a bi serokwezîrtiya Angeal Merkel peymana Dublînê dike hincet, hewl dide ku gelek penaberan bişîne Bulxarîstanê, ku li gorî peymana Dublînê penaber pêşî ketibin kîjan welatê Ewropayê wê wan bişînin wir.

Hikûmeta Merkel bersiv da pirsnameya parlamentera çepgir Hêlîn Evrîm Sommer û got hazirî têne kirin ku îsal 371 penaberî bişînin Bulxarîstanê.

Di bersivê de ku îro di rojnameya ''Neues Deutschland''ê de weşiyaye hate gotin ji van penaberan 86 jê ji hêla hikûmeta Sofyayê ve hatiye qebûlkirin û di nêz de wê ev bêne şandin.

Sommer got ji wan penaberan ku wê teslîmî Bulxarîstanê bikin bi kêmanî 3 jê Kurd in û li dijî biryara hikûmeta federal helwesta xwe danî.