Elmanya derî bi ser meleyên Erdogan digire!

Hikumeta federal a Elmanyayê biryar da ku ji dêvila meleyên ku endamên DÎTÎB’ê ne û ji rejîma Erdogan re dixebitin, ew meleyên xwe bigihîne.

Wezareta Karê Navxweyî ya Federal ji bo bandora meleyên ji Tirkiyeyê yên li ser misilmanan karibe bişikîne, kete nav hewldanan.

Musteşarê Wezareta Karên Navxweyî Markûs Kerber ji rojnameya ‘Tagesspîegel’ê re axivî û got ku, “Ji devila meleyên ku ji derve tên, em dixwazin peywirdarên olî yên ku li Elmanyayê hatine gihiştin, xizmeta olî ji misilmanan re bikin.”

Musteşar diyar kir ku ji ber vê biryara wan ew û hikumeta Enqereyê ew ê li hev nekin û got ku ‘Em ê bi paş ve gavan neavêjin.”

Kerber got ku, “Bi salan e me li vê rewşê temaşe kir. Divê 5 milyon misilmanên ku li Elmanyayê dijîn karakterekî wan ê xweser hebe.” Kerber têgeha ‘Elman-Îslam’ê dîsa anî rojevê.

Wezareta Karên Navxweyî di meha Nîsanê de diyar kiribû ku wan erê kiribû ku 350 mele ji Tirkiyeyê werin. Erdogan piştî hewldana darbeyê ya di 15’ê Tîrmeha 2016’an meleyên ku wî hilbijartibûn dişand Elmanyayê.

AVÛSTÛRYAYÊ MELEYÊN ERDOGAN DERSÎNOR KIRIBÛ

Di serê meha Hezîranê de Serokwezîrê Avûstûryayê Sebastîan Kûrz diyar kiribû ku li ser navê ‘têkoşîna li dijî îslama siyasî’ ew ê 60 meleyên ku têkiliya wan bi dewleta Tirkiyeyê re heye û malbatên wan dersînor bike. Kûrz diyar kiribû ku ew ê 7 camî jî werin girtin.

BIRYARA QUTKIRINA ALÎKARIYA JI DÎTÎBÊ RE

Piştî nerazîbûnên li Elmanyayê rêveberiya Berlînê alîkariya ji bo DÎTÎB’ê nexistin nav budçeya xwe ya salên 2018 û 2019’an. Parlementerê CDÛ’yê Chrîstoph de Vrîes diyar kiribû ku ji ber çalakiyên DÎTÎB’ê alîkarî hatine qutkirin.

Vrîes gotibû ku, “Kesên nijadperestiyê dikin û kesên xirîstiyan, cihû û ne oldaran dikin hedef û yên ku sîxurtiyê ji hikumeta Tirkiyeyê re dikin, nabe ku em bi wan re bixebitin.”

DI 3 SALAN DE 5 MILYAR EÛRO DANE DÎTÎBÊ!

Li gorî rojnameya Bîldê di salên 2014-2017’an de hikumeta Elmanyayê bi giştî 5 milyon û 983 hezar û 429 eûro li ser navê alîkariyê daye DÎTÎB’ê.

DÎTÎB’ê diyar kir ku ew bi van pereyan projeyên entegrasyonê dimeşînin. Lê ji zû ve ye çalakiyên DÎTÎB’ê yên li camî û komele û dibistanan di rojeva Elmanyayê de bû.

Di serê sala 2017’an de derketibû holê ku meleyên DÎTÎB’ê li camiyan li ser navê weazan propagandaya Erdogan dikin û di dersên olî de sîxuriyê li ser zarokan didin ferzkirin.