Elmanya amadekariya dersînorkirina Sûriyeyiyan dike

Hikûmeta Elmaya a bi kampanyayeke mezin a medyatîk koçberên Sûriyeyê erê kir, vê carê bi ‘Sûcên şer’ û ‘xeteriyê didin çêkirin’ amadekariyên dersînorkirina Sûriyeyiyan dike.

Wezîrê Karê Hundir ê Elmanya Horst Seehofer di mijara şandina welatiyên Sûriyeyî yên ku sûcên şer dikin yan jî dibin sedemê gefan got: “Niha bi baldarî vê yekê lêkolîn dikin.”

Li gorî nûçeya koma çapemeniyê ya Redaktîonsentzwerkê gelek rêveberên muhafezekar ên herêmî ji bo ‘Krîmînalkirinê’ şandina Sûriyeyê nirxandinan dikin. Ev gotûbêj piştî 7 jê Sûriyeyî yên ji ber sûcên destdirêjiya komî û bi demeke kin û şûnde derket holê.

Bi taybet Wezîrên Karê Hundir ên Bavyera û Saksonya diyar kirin ku ev biryar ji ber krîmînalekirin û kesên dibin sedemên gefan ev tedbîr girtine.

Her wiha Elmanya sala 2012’an ji bo şandina welatiyên Sûriyeyê ya Sûriye biryarek girtibûn. Di dawiya meha Mijdarê de Wezîrên Karê Hundir ên herêmî, wê biryara ji bo dirêjkirina vê tedbîrê heta 31’ê Kanûna 2018’an bê ka wê dirêj bikin an ne.

Partiya Alternafîtf a ji bo Elmaya (AfD) a rastgirên zêde ji sala 2011’an ve tevî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê jî daxwaza dersînorkirina Sûriyeyiyan dike.

Alîgirên vê partiyê bi îdîaya ku li hinek herêmên Sûriyeyê aramî heye, dixwazin koçber ên dersînorkirin. Saziyên mirovî jî vê hincetê bi tundî red dikin.

Elmaya tevî rewşa heyî û nerazîbûnên saziyên mafê mirovî jî Afganên xwedî mafê rûniştinê dersînor dikin. Hincet jî li hinek herêmên Afganistanê aramî pêk hatiye.

Elmanya ji sala 2011’an û vir ve derdorî 800 hezar koçberên Sûriyeyî pejirandiye. Ev hejmar di sala 2017’an de ketiye astekî kêm a ber bi çav. Di rêza yekem de ya ku welatiyên Sûriyeyê daxwaza rûniştinê dikin dîsa jî Elmaya ye.