'Eger rastgiriya tund bi ser bikeve, wê Euro tine bike'
Profesorê aboriyê yê Elman Henrîk Enderleîn diyar kir, eger rastgiriya tund a li Fransayê û dijbera Yekîtiya Ewropayê Marîne Le Pen bi ser bikeve, wê derbeke giran li aboriyê bikeve.
Profesorê aboriyê yê Elman Henrîk Enderleîn diyar kir, eger rastgiriya tund a li Fransayê û dijbera Yekîtiya Ewropayê Marîne Le Pen bi ser bikeve, wê derbeke giran li aboriyê bikeve.
Profesorê aboriyê yê Elman Henrîk Enderleîn ji kovara Der Spîegelê re axivî û anî ziman, eger rastgiriya tund a li Fransayê û dijbera Yekîtiya Ewropayê Marîne Le Pen bi ser bikeve, wê derbeke giran li aboriyê bikeve.
Enderleîn diyar kir, şensê Le Pen li peşberî Emmanûel Macron kêm e, lê divê hilbijêr hay ji vê rastiyê hebe, ku eger Le Pen bi ser bikeve wê 'reveke kapîtal' a cidî ji Fransayê çêbibe.
Enderleîn ragihand, eger Le Pen qezenç bike, wê qîmetê Euro li bazaran kêm bibe û destnîşan kir, ku bandora vê yekê jî wê li nava aboriyên bi pirsgirêk ên Herêma Euroyê yên mîna Îtalya, Yewnanîstan û Spanyayê jî were dîtin.
Hendrîk Enderleîn ragihand, ji ber bernameya dijberiya Euro ya rastgiriya tund, wê koçeke sermayeyê ji Fransayê ber bi Elmanya û welatên din pêk were û di encama vê de jî wê banka qels bibin û bazarên fînansê derbên cidî li Euro bixin. Enderleîn îdîa kir, ku ev yek dikare di nava 48 saetan de bibe.
Enderleîn bibîr xist, ku Fransa yek ji welatên herî hilberîner ên cîhanê ye û di mijara derman, çek û eşyayên luks de gelekî xurt e. Enderleîn destnîşan kir, pirsgirêka herî girîng a li Fransayê parvenekirina hatineyan bi rengekî adÎl e.
Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Fransayê wê roja Yekşemê bên kirin. Li gorî anketan, Emmanûel Macron wê di vê tûrê de bi rêjeya ji sedî 60'î li dijî Le Pen bi ser bikeve. Lê di heman demê de fikar hene, ku Le Pen dikare ji rêjeya kêm a tevlîbûna hilbijartinê sûdê werbigire û bi ser bikeve.