Eger li hev neyê kirin wê Tsîpras daxwaza civîna bilind a YE bike

Danûstandinên navbera Yewnanîstanê û Wezîrên Maliyeyê yên Herêma Euroyê wê sibe li Maltayê pêk werin. Serokwezîr Aleksîs Tsîpras ragihand, eger li hev neyê kirin, wê daxwaza civîneke bilind a YE ya awarte bike.

Yewnanîstan, ji sala 2010'an û vir ve di nava krîzeke aboriyê de ye. Ji bo derketina ji vê krîzê, dayîna krediya ji 86 mîlyar Euroyî ji aliyê Yekîtiya Ewropa (YE) û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) ve hat erêkirin. Danûstandinên li ser vê krediyê dewam dikin.

Sibe wê li Maltayê, civîna bilind a Wezîrên Maliyeyê yên Herêma Euroyê bê lidarxistin. Di vê civînê de wê rewşa reforman, a di berdêla vê krediyê de ji Yewnanîstanê tê xwestin, bê nirxandin.

Serokwezîr Aleksîs Tsîpras, beriya vê civîna bilind bal kişand ser helwesta 'dûrî lihevkirinê' ya saziyên krediyê û anî ziman, aboriya welêt bi pêş ketiye. Tsîpras diyar kir, welatê wan di pêvajoya derketina ji nava krîzê de ye û rexne li saziyên krediyê kir ku helwesta wan 'ne aqilan e' ye.

Tsîpras diyar kir, eger di civîna bilind a sibe de li hev neyê kirin, wê daxwaza kombûna civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê ya awarte bikin.