Efrîkaya Başûr: Kiryarên Îsraîlê ji kiryarên apartheîdê girantir e

Nûnerê Efrîkaya Başûr li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî daxuyaniyek da û got, "Kiryarên Îsraîlê yên li xaka Fîlîstînê ji kiryarên apartheîdê yên beriya sala 1994'an ên li Efrîkaya Başûrê hîn tund û giran e."

Sefîrê Bilind ê Efrîkaya Başûr Vûsîmûzî Madonsela yê li Hollandayê got, "Weke Efrîkayiyên Başûr em kiryarên rejîma Îsraîlê yên li derveyî mirovahiyê, ji kiryarên apartheîdê girantir dibînin, hîs dikin û di dilê xwe de hîs dikin."

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji 19'ê Sibatê û vir ve qanûnîtiya dagirkeriya Îsraîlê nîqaş dike. Dadger wê li ser daxwaza Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya Kanûna 2022'an li ser vê mijarê nêrîneke hiqûqî ragihînin. Zêdeyî pêncî welat li Qesra Aştiyê ya li Laheyê ji bo parastina pozîsyona xwe ketine rêzê. Di 20'ê Sibatê de piştî Fîlîstînê parastina destpêkê ji aliyê Efrîkaya Başûr ve hate kirin.