DYE'yê pêkanînên yekalî ji nû ve li Îranê ferz kir

Rêveberiya Washîngtonê, rêveberiyên yekalî yên li ser Îranê ji nû ve xiste meriyetê. Tê payin ku ev biryara DYE'yê bibe sedema aloziyeke nû.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo şeva Şemî-Yekşemê ragihand ku wan pêkanînên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Îranê bi rengekî yekalî ji nû ve xistine meriyetê.

Pompeo gef xwar û diyar kir, ku yên li gorî pêkanînan tevnegerin wê tavilê bên cezakirin.

Tê gotin ku ev pêkanînên yekalî yên Washîngtonê, DYE'yê hîn bêhtir bi tenê bihêle û li qada navneteweyî bibe sedema aloziyên nû.

GEFA LI SER CEZAKIRINÊ

Mekanîzma pêkanînê, ketina sîstem û bazara DYE'yê digire. Pompeo got, "Eger dewletên endamê Neteweyên Yekbûyî pêwîstiyên pêkanînan bi cih nînin, DYE amade ye ku ji bo cezakirina wan, mekanîzmayên xwe bi kar bîne." Wezîrê Karên Derve diyar kir ku li dijî dewlet û hêzên ku pêkanînan bi cih nînin, wê 'tedbîrên' Emerîkayê rojên bê eşkere bikin.

Ji bo hilbijartinên serokatiyê yên Emerîkayê şeş hefte man. Tê payin ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp roja Sêşemê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî tedbîrên navborî eşkere bike. Lê belê di halê hazir de DYE hema bêjin bi tena serê xwe ye. Rûya, Çîn, welatên Ewropayê û hemû hêzên din ên mezin ji biryara DYE'yê nerazî ne.

DYE BI TENA SERÊ XWE YE

Beriya eşkerekirina pêkanînan, Fransa, Qraliyeta Yekbûyî û Elmanyayê nameyeke hevpar ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şandin û diyar kirin ku "Biryar an jî tedbîrên bi nêta jinûve bicihanîna pêkanînan, wê bandora xwe ya hiqûqî tune be."

DYE'yê di Gulana 2018'an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişandibû, ji nû ve pêkanîn ferz kiribû, lewma aloziya bi Îranê re bilind bûbû. DYE'yê zext li welatên din ên aliyên peymanê dikir ku ambargo dewam bike û ji nû ve li pêkanînên navneteweyî vegerin.

DÎPLOMATÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: WÊ TIŞTEK NEBE

Hate ragihandin ku rêveberiya Emerîkayê bi taybetî ambargoya çekan a li ser Îranê bi rengekî 'bêdem' dirêj kiriye û karên mîna bernameya balîstîk û nukleerê wê li qada navneteweyî ceza bike. Dîplomatekî Neteweyên Yekbûyî ji AFP'ê re axivî û got, "Wê tiştek nebe. Tiştekî welê ye ku hûn pê li kîjan tetîkê jî bike fîşek dernakeve."