DYE'yê pêkanînên li ser petrola Îranê tund kir
Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Îranê, Wezareta Petrolê û şîrketa barhilgiriya petrolê ya rêyên deryayî xiste lîsteya reş.
Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Îranê, Wezareta Petrolê û şîrketa barhilgiriya petrolê ya rêyên deryayî xiste lîsteya reş.
Hikumeta Donald Trûmp ku pêkanînên li ser Îranê zêde kir, vê carê bi taybetî berê xwe da firotina petrolê ya di ser Sûriye û Venezûelayê re.
DYE, piştî ku di Gulana 2018'an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişand di asta herî bilind de polîtîkaya zextê xiste dewrê û li pêkanînan vegeriya. Di nava pêkanînan de ambargoya li dijî petrola Îranê jî hebû.
Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê roja Duşemê Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Îranê, Wezareta Petrolê û şîrketa barhilgiriya petrolê ya rêyên deryayî xiste lîsteya reş.
Wezaretê vê carê jî têkiliya bi Hêzên Qûdsê ya Muxafizên Şoreşê weke hincet nîşan da. Washîngton artêşa îdeolojîk a rejîma Îranê Muxafizên Şoreşê weke 'rêxistina terorîst' dibîne.
Wezîrê Xezîneyê Steven Mnûchîn bi daxuyaniyekê got, "Rejîma Îranê piştgiriya xwe ya ji bo rêxistinên terorê dewam dike û bernameya nukleerê jî datîne pêşiya berjewendiyên gelê Îranê."
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo û diyar kir ku ev yek ji bo 'Yên petrola xav a Îranê dikirin' hişyariyeke.
Li gorî Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîjan Zanganeh, ev tedbîrên cezakirinê nîşan dide ku polîtîkaya Washîngtonê ya ji bo tunekirina firotina petrolê ya Îranê, bi ser neketiye.