DYE’yê li Yemenê bombe li Hûsiyan barand

Artêşa DYE’yê diyar kir ku piştî êrîşên Hûsiyan ên Yemenê li ser keştiyên ku di van rojên dawî de li Derya Sor û Kendava Adenê diçûn, li du çeperên Hûsiyan xistine ku di nav de navendeke fermandariyê jî hebû.

Fermandariya artêşê ya Navendî ya Emerîkayê ya Rojhilata Navîn Centcom li ser hesabê X’yê ragihand ku artêşa DYE’yê stasyona kontrolê, du keştiyên bê mirov û navendeke fermandariyê ya Hûsiyên Yemenê  îmha kiriye.

Centcomê rojek berê ragihandibû ku 8 balafirên bêmirov yên aîdî Hûsiyan xistine xwarê.

Ajansa Ewlekariya Deryayî ya Qraliyeta Yekbûyî (UKMTO) jî ragihand ku keştiyeke kargoyê ya hefteya bihurî ji aliyê Hûsiyan ve hat hedefgirtin, li Derya Sor binav bûye.